TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Amerîka û Rûsya soza xwe bicîh nanîn

Admin M
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2022 03:14

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu li Romayê di Forma Diyalogê ya 8 em ya Derya Sipî de ragihand ku Rûsya û Amerîka soza xwe ya ji bo bakûrê Sûriyê negirtine. Çavuşoğlu got ku di navbera dewletan de kêmasiya baweriyê heye û weha dewam kir:

“Em dibin şahidê sîstemekî nû ya navdewletî. Esas di her wexta ku krîzekî çêdibe, ne hewceye ku sîstemekî nûh hebe. Lê îro problemekî me heye û divê sîstema heyî bê nûhkirin an reformekirin. Ji ber wê jî em bi hinek astengiyan re rû bi rû ne. Em hewl didin bi krîzan re serî derên. Niha ji yekî zêdetir navendên hêzan hene û bi hev re reqabetê dikin.

Mînak; îro teknolojî pêş ket û ev tê vateya ku wê dinya karibe pêdiviyên xwe yên xidayê temîn bike lê ewlehiya xidayê her diçe dibe arîşeyekî mezin. Ji ber wê ye em ji guherîna hewayê heya nebaweriya enerjiyê em bi gelek krîzan re rû bi rû mane. Ti welatekî bi serê xwe nikare bi astengiyan re têbikoşe. Di vê vateyê de, pêdiviya me bi sîstemekî xwurt heye.

Min behsa krîza Sûriyê kir. Gelek aliyên krîzê hene. Teror yek ji wan terefaye. Em weka Tirkiyê yeke yek bandora rewşa Sûriyê dijîn. Teror ya herî girînge. PKK, YPG, PYD. Di navbera wan de ferq tine. Tev heman tiştin. Serokatiya wan Qendîle…

Me di sala 2009an de li hemberê van rêxistinan dest bi operasyonan kir. Paşî me bi Amerîka û Rûsya re peymanekî kir ku di nav 5 rojan de wan ji ser sînorê me 30 km bibin ber bi başûr de. Lê heya niha Rûsya û Amerîka sozên xwe nanîne cîh. Teorîst li wê derê ne. Divê em sehayê ji terorê paqij bikin.”

Parve bike: