Tirkiyê bersiv da Amerîka, NY û Ewropayê: Ne hedê we ye!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê helwesta Tirkiyê ya li dijî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê şermezar kir ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bêyî hilbijartinê rektorek hatiye tayînkirin û xwendekar li dijî derdikevin.
Di daxuyaniya Ned Price de azadiya derbirina ramanê hatiye bibîrxistin û li ser rgotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê LBGT+ hatiye diyarkirin: “Em gotinên kirêt û nefretê li dijî kêmîneyên cinsî bi tundî şermezar dikin.”
Herwiha Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî li ser destwerdana tund a polîsan bi ser xwendekarên Bogazîçiyê û girtina wan daxuyanî dabûn û rexneyên tund li Tirkiyê girtibûn.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi taybet li ser daxuyaniya Amerîkayê bersiveke belav kir û got, "Ne hedê ti aliyekî ye li ser bûyerên Zanîngeha Bogazîçiyê bikevin hewla destwerdana karên navxweyî yê Tirkiyê.”
Herwiha hatiye gotin ku li Tirkiyê mafê civîn û meşan di bin parastina destûra bingehîn de ye û hêzên ewlekariyê jî erk û berpirsiyariyên xwe bicih tînin.
Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî xwendekarên zanîngehê wekî terorîst bi nav kiribûn û helwesteke tund li hemberî wan nîşan dabû.
Hêjayî gotinê ye, şevê din 51 xwendekarên Bogazîçiyê ku ji ber protestoya rektorê qeyûm hatibûn binçavkirin derketibûn pêşberê dadgehê û piştre jî hatibûn berdan.
Xwendekarên Bogazîçiyê dibêjin, ew dê çalakiyên xwe yên dijî rektor berdewam bikin ta ku îstifaya xwe bide û dixwazin rektorek bi hilbijartinê were ser kar.