Cîhan
Tirkiyê bersiv da biryarên Komkara Erebî: Em cidî nagirin!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiv da biryarên Komara Erebî ku ji ber destwerdanên li Sûriye, Iraq û Libyayê şermezarî dabû Tirkiyê.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê hemû biryarên Komkara Erebî yên doh 9ê Îlonê hatine ragihandin red kirin û got ku ew cidî nagirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em hemû biryarên derbarê welatê me de hatine dayîn di civînê de red dikin. Ti aliyekû ku ew biryar cidî werin girtin nîne.”
Komakara Erebî Tirkiye bi dagirkerîya welatên ereb tawanbar kiribû û daxwaz vekişîna ji Libya, Iraq û Sûriyê ji Tirkiyê kiribû.