TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê bertek ji biryara Amerîka ya bo Kibrisê re nîsan da...

Admin H
Nivîskar
📅 20 tebax 2023 16:47

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, li ser biryara Amerîka ya dirêjkirina rakirina ambargoya çekan a li ser Başûrê Kibrisê (Rûm) bo heta 1ê Cotmehê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, Tirkiyeyê ev biryara Amerîkayê şermezar kir û ragihand, em biryara Amerîkayê ya rakirina ambargoya çekan li ser Kibrisê ya ji sala 2020yan ve hatiye dayîn û careke din bo 1ê Cotmeha 2023yan hatiye dirêjkirin şermezar dikin û piştgiriyê didin, berteka mafdar a Komara Tirk a Bakurê Kibrisê.

Herwiha di daxuyaniyê de, ji Amerîkayê hate xwestin ku polîtîkayên xwe li ber çavan derbas bike û hate diyarkirin, dê Tirkiye wekî dewleta garantor her tim di berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa Tirkên Kibrisê de berdewam be.

Parve bike: