Cîhan
Tirkîyê bertek nîsanî Trump da: Em red dikin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkîyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku îro di bîranînên 24ê Nîsanê de ji bo bûyerên 1915an ango 'Qira Ermenan' gotibû, ‘Felaketa Mezin’.
Wezareta tirk got ku ew daxuyaniya Trump a li ser vegotina yekalî ya Ermenan red dikin û nayê qebûlkirin bûyerên çîrokê ji bo siyasetê werin berevajîkirin.
Di daxwuyanîyê de hat diyarkirin ku pêwîste Trump êşa 500 hezar misilmanan werîne bîra xwe adil bê.
Hêjayî gotinê ye di serî de Fransa û çend welatên din ên ewropî bûyerên heyama dawîya Osmaniyan wekî Qira Ermenan nas dikin û jibîr tînin.