TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye bi 300 milyon dolarî dronan firot Endonezyayê

Admin M
Nivîskar
📅 02 tebax 2023 04:00

PeyamaKurd – Endonezya ji Tirkiyê 12 balafirên bêajotvan bi bihayê 300 milyon dolarî kirîn. Mijar ji terefê wezareta bergiriyê ya Endonezyayê de hat ragihandin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo alavên xwe yên leşkerî yên kevin nûh bikin, gelek alavan kirîne. Di vê çarçovê de ji sanayiya Tirkiyê ya Hewagerî û Fezayî (TUSAS) bi bihayê 300 milyon dolarî 12 heb balafirên bêajotvan kirîne.

Li gor ragihandina Euronewsê; Endonezya di meha sibatê de bi bihayê 8.1 milyar dolarî 42 heb balafirên Rafale kirîbû. Wezîrê bergireiyê yê Endonezyayê Prabowo Subianto di serê salê de 12 heb balafirên şer yên Mirage 2000-5 kirîbû ku bihayê wan 800 milyon dolra bû, ji terefê hinekan de hatibû rexne kirin ku balafir kevnin.

Balafirên Tirkiyê wê ji meha Sibatê û pê de di nav 32 mehan de teslîmê Endonezyayê bikin. Di nav bihayên balafiran de perwerda xebatkaran jî heye.

Parve bike: