Tirkiye bi heyeta Meclisa Nûneran ya Amerîka re civiya
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın heyeta Meclisa Nûneran ya di bin serokatiya endamê meclisê Jason Crow de qebûl kir. Civîn li Kulliya serokkomariyê çêbû û serkonsolosê Amerîkayê yê Ankara Jeffry Flake jî di civînê de amade bû.
Di hevdîtinê de her dû teref li ser mijarên têkoşîna li dijî terorê, siyasî û tekiliyên aborî rawestiyan. Hevkariya di seha sanayiya bergiriyê de, têkiliyên stratejîk yên di çarçoveya NATO de jî mijarên wan bûn.
Her dû teref her weha li ser mijarên şerê Rûsya-Ûkrayna, peymana sewqiyata tahil, Sûriye, afxanistan, mijara koçberan, pêvajoya normalîzebûna bi Ermenistanê re, endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê, mijara Ege û rojhilatê Derya Sipî axifîn.
Kalın, li ser rakirina astengiyên li ber têkiliyên aborî û sanayiya bergiriyê yên di têkiliyên Tirkiye-Amerîka de axifî û got rakirina astengiyan wê bike ku têkiliyên her dû terefan baştir pêşde herin.
Kalın li ser mijara kirîna F-16 an, di derbarê tewrê rêvebiriya Amerîka de razîbûna xwe got û xwest ku heman tewr di Kongra Amerîka de jî dewam bike.
Crow jî behsa rola Tirkiyê ya di îxaracata hûbûbatan ji Ûkraynayê bo dinyayê kir û got ku Tirkiye rolekî krîtîk daye ser milên xwe.
Kalın jî got ku dibe peymana hûbûbatê di navbera Rûsya û Ûkrayna de bibe sedema agirbesê û di mijarê de hewlên Tirkiyê dewam dikin.
Kalın got ku wê di mijara Derya Ege de û rojhilatê Derya Sipî de wê ji mafên xwe tawîzan nedin. Mijara Ermenistanê û têkiliyên navbera Ermenistan û Tirkiyê mijareka dinê bû ku li ser axifîn.
Ewlehiya Tirkiyê ya li hemberê rêxistinên weka PYD/ YPG/ PKK û DEAŞ ê, yekîtiya axa Sûriyê ew mijarin ku Tirkiye ji wan tawîzan nade û Kalın wan hemûyan xist rojeva hevdîtinê.