TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye bi Misirê re gereke nû ya dîyalogê dide destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2021 23:17

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku ew gereke nû ya danûstandinê bi welatê Misirê re didin destpêkirin û 7-8ê Îlonê li Enqereyê civînek di navbera her du aliyan de tê lidarxistin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye ku di çarçoveya gera duyem a danûstandinên siyasî yên navbera Misir-Tirkiye de, di navbera 7-8ê Îlonê de li Enqerê civîneke bi beşdariya şandên Misir û Tirkiyê tê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku wê di hevdîtinan de, pêwendiyên dualî û mijarê herêmî bên gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 13 sal berê piştî darbeya li dijî Îxwana deshilatdara Misirê pêwendiyên Tirkiyê bi rêveberiya nû ya Misirê qut bûbûn û di çend mehên dawî de jî danûstandinên bo asayîkirina têkiliyan hatibûn destpêkirin.

Parve bike: