Cîhan
'Tirkiyê bi seroktiya berpirsekî berê yê DAISê 50 çekdar sand Libyayê'
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê 50 çekdarên din yên opozîsyona Sûriyê bi seroktiya berpirsekî berê yê DAIŞê şand Lîbyayê.
SOHRê daye xuyakirin, serkirdeyê wê koma 50 çekdaran berî niha berpirsekî ewlehîya DAIŞê yê li rojhlatê Hûmsê bûye.
SOHRê diyar kiriye ku ew kes piştî şikestina DAIŞê li bîyabana Hûmsê tevlî bereya Nusra bûye û di van demên dawî de jî derbasî Efrînê bûye.
Artêşa Niştîmanîya Lîbyayê ku General Hefter seroktiya wê dike, berî niha ragihandibû ku berpirsekî berê yê rêxistina DAIŞê yê li Sûriyê û Iraqê şer kiribû, li Terablusê hatiye dîlgirtin û diyar kiribû ku ew di bi rêya Tirkiyê gihaye Libyayê.