Tirkiye: Bingeha Başîkê di nav 60 rojan de radestî artêşa Iraqê tê kirin
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk di civîneke rojnamevanî de li ser pêvajoya çareseriyê, dosyeya Şingal û Başîkê û paşeroja siyasî ya Sûriyeyê daxuyanî dan.
Çelîk diyar kir ku bi radestkirina çekên YBŞê bo deshilata navendî û kontrolkirina Çiyayê Şingalê qonaxeke nû dest pê kiriye.
Çelîk da xuyakirin ku li gorî hevfêmkirina navbera Tirkiye û Iraqê, piştî ku hikûmeta Iraqê deshilata xwe li Şingalê bi cih bike, di nava 60 rojan de bingeha leşkerî ya Başîk-Zêlkanê dê bi awayekî temam ji artêşa Iraqê re bê radestkirin.
Di derbarê paşeroja Sûriyeyê de hamî Çelîk tekez kir ku divê li ser bingeha yek dewlet û yek artêşê hemû pêkhate (Kurd, Turkmen, Ereb, Elewî, Sunî, Dirûz, Êzdî û Kiristiyan) wekhev di navenda biryardanê de cih bigirin.
Her wiha da zanîn ku serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Şamê di rojevê de ye, lê hîn dema wê bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin.