Cîhan
Tirkiye bo 53 kesên can dan peyama taziyê da Endonezyayê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiye bi sedema çend roj berê, keştiya Endonezyayê ya noqavê wenda bûbû û niha hat zanîn ku 53 kesên di keştiyê de can dane, taziya Endonezyayê kir.
Keştiya noqavê li nêzî girava Baliyê di wexta tetbîqatê de wenda bûbû. Wezaret bi nivîskî peyama taziyê weha ragihand:
“ Di çend rojên borî de, nêzî Girava Baliyê di wexta tetbîqatê de keştiya noqavê ya hêzên we yên deryayê piştî hat ragihandin ku noqav bûye û temamê xebatkarên wê 53 kes can dane, me bi xemgînî bihîst. Di vê qezayê de bo kesên can dane, bo temamê xelkê Endonezyayê, hukumeta wê û artêşa Endonezyayê taziyeyên xwe dişînin.”