TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye bûye buhira penaberan

Admin M
Nivîskar
📅 09 nîsan 2018 22:50

PeyamaKurd-Li welatê Tirkiyê li bajarê Muğla ya ser Behra Ege 145 koçberên biyanî hatin girtin. Girtin li devera Seydikemerê çêbû û hemû koçber bê îzin ji derve ketine nava Tirkiyê.

Hêzên cendirmeyan li ser îxbarê rêya Antalya-Fethiyê kontrol kirin û di encamê de 141 ji wan Pakistanî bi temamî 145 koçberan girtin. Cendirme wê koçberan teslîmê daîra koçberan bikin da wan bişînin welatên wan.

Parve bike: