Cîhan
Tirkiye: Bûyerên bajarê Bucha yê Ukraynayê metirsîdar in
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di derbarê bûyerên bajarê Bucha yê Ukraynayê de diyar kir, bûyer metirsîdar in û em daxwaza lêkolînê dikin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê eşkere kir, dîmenên kuştina sivîlan li bajarê Bucha û Îrpinê metirsîdar in û em bi tu awayî armanckirina sivîlan qebûl nakin.
Herwiha Wezaretê destnîşan kir, divê bûyer bi awayekî serbixwe û bêalî werin lêkolînkirin û berpirsên komkujiyê derkevin pêşberî dadgehê.