Cîhan
Tirkiye dest danî ser kestiya Panamayê
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Çanakkale, li navçeya Bigayê hêzên ewlekariyê dest danîn ser keştiya bi bandrala Panamayê û 7 xebatkarên keştiyê xistin bin çav. Operasyona ser keştiya bi navê ''Frontier Falcon'' ê ji aliyê beşa Narkotîkê ya asayîşa Çanakkale, Rêvebiriya Gumrikê ya Parastinê û Fermandariya Grûba a Asayîşa Peravên Deryayê de hat kirin. Keştî ji Kolombiyayê dihat Bigayê.
Li beşa derveyê keştiyê beşekî ku paşî hatibû çêkirin, tê de 25 kîlo kokaîn hat dîtin. Bihayê kokaînê yê bazarê 50 mîlyon dolare. Di çarçoveya operasyonê de gelek tîmên noqavê, polîs û tîmên SAT ê li beşên din yên keştiyê digerin da zêdetir kokaînê bibînin.