Cîhan
Tirkiye di Ewrûpa de 2.em welate ku LPGê bikar tîne: 5,2 milyon alav bi LPG ne
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku Tirkiye di sala borî de di bikaranîna LPGê de di Ewrûpa de di rêza 2.em de ye.
Li seranserê Tirkiyê li dora 10 hezar îstasyonên otogazê û LPGê hene, 5,2 milyon erebe bi LPGê dixebitin.
Bayraktar ragihandina xwe di hefta likitgazê de li îstenbolê kir. Wezîr li wê derê xîtabê nûnerên sektora LPGê kir. Bayraktar ragihand ku Tirkiye di dinyayê de di serfkirina otogazê de, di rêza duyem de ye.