TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: "Dibe ku bingeha Incîrlîkê bête bikaranîn"

📅 13 nîsan 2018 04:17

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand, dibe ku bingeha Incîrlîk di dema encamdan a êrîşan li ser Sûriyê de were bikar anîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, di kongreyek rojnemevanî de ragihand, ku di dema seredana xwe de ji bo Enqere Sekretêrê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, dê mijara bikaranîna  bingeha Incîrlîk di dema lêdana Sûriyê de gotubêj bike.

Derbarê beşdariya Tirkiyê di wê operasyona li ser Sûriyê , yan piştevaniya wê jê re, berdevkê Hukûmeta Tirkiyê got ku, Serokomarê Tirkiyê bi Serok Trump re, di pêwendiya berdewam de ye û ew gotûbêjên xwe di vê derbarê de dikin.

Parve bike: