Cîhan
Tirkiye: Em ê bi Amrîkayê re baweriyê pêk bînin!
PeyamaKurd: Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di derbarê pêwendiyên xwe û Amerîkayê de axivî û got ku em û Amerîka careke dî em ê ewlebûnê di navbera xwe de pêk bînin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku em û Amerîka careke dî em ê ewlebûnê di navbera xwe de pêk bînin. Lewra ji ber ku Amerîkayê piştgirî dida PYDê û YPGê ev bawerî di navbera me de kêm bûbû. Bi vî rengî, em ê rewşa Minbicê jî xerentî bikin.
Li ser pirsa rojnamevanan Çavuşoglu got ku pergala parastinê ya S-400an jî ji bo pergala NATOyê ti probmlem û talûkeyan dernaxe. Rûsyayê ew xerentî daye me.