Cîhan
Tirkiye: “Em pistgiriya Azerbeycanê dikin”
PeyamaKurd- Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak êrîşa ku ji aliyê Ermenistanê de bo ser Azerbeyacanê hat kirin şermezar kir. Albayrak got ku wê Tirkiyê daîma piştgiriya Azerbeycanê bike û bi Azerbeycanê re be. Albayrak, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Êrîşa ji aliyê Ermensitanê de ya bo ser birayê me Azerbeycanê hat kirin, em şermezar dikim. Azeriyên birayên me yên di êrîşê de şehîd ketine, ji Xwedê bo wan rehmetê dixwazim. Em ê her wext bi bira û dostê xwe bi Azerbeycanê re bin û her dewam bikin.”