TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê gestiyarên Kurd ên ku li Trabzonê rastî êrisa nijadperestan hatibûn dersînor kirin

📅 19 tîrmeh 2019 16:09

PeyamaKurd - Geştiyarên Herêma Kurdistanê ku duhî li bajarê Trabzonê rastî êrîşên nijadperest ên tirk û kiryarên nebaş ên polîsan hatibûn hatin dersînorkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Trabzonê îro ragihand ku geştiyarên Herêma Kurdistanê hatine ku rastî êrişê hatibûn hatine dersînorkirin.

— PeyamaKurd (@peyamakurd) July 18, 2019

XWESTIN GEŞTIYARÊN KURD LÎNÇ BIKIN

Li devera Uzungol a navçeya Çaykara ya Trabzonê ji herêma Kurdistanê bi qasî 50 kes bo geştê hatin. Yek ji welatiyên Kurd xwest bi ala Kurdistanê (Ala Rengîn) wêneyê xwe bigire, lê belê xelkê derûdorê ala Kurdistanê wekî ala PKKê zen kirin û bi girseyî êrîşî grûba geştyarên Kurd kirin.

Di vîdyoya êrîşa ku gihîşt asa lînçkirinê, kesê ku vîdyoyê tomar dike jî rastî heqaret û çêrên wan haribû. Welatiyê ku di nav koma nijadperest de asê mabû, bi hewla cendermeyan bi zehmetî ji nav destê wan hatibû rizgarkirin û ji cihê bûyerê hatibû dûrxistin.

Parve bike: