TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye grûba duyem ya Bayraktar TB 2 SIHA teslîmê Polonyayê kir

Admin M
Nivîskar
📅 15 nîsan 2023 22:09

PeyamaKurd – Tirkiye grûba 2em ta bi navê Bayraktar TB2 balafirên bêmirov (SİHA) teslîmê artêşa Polonyayê kir. Grûba 2em ya Bayrakta TB2 di meha cotmeha 2022an de hatibûn teslîmkirin. Ragihandina teslîmsitendina Bayraktar TB2 an ji aliyê wezîrê bergiriyê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak de di ser hesabê medya civakî de hat kirin.

Wezîr Blaszczak ragihand ku grûba yekem ya SİHA yan di cotmehê de teslîm sitendibûn û ceribandina wan li baregeha hewayî ya li navça Miroslawiecê li ya 12em baregeha balafirên bêmirov bi serkeftî hatine kirin.

Peyamana navbera Polonya û Tirkiyê di gulana 2021 ê de hatibû îmzekirin û bihayê wan SİHA yan bi 270 milyon dolarî bû. Bi wan re 4 set, îstasyonên mobîl yên kontrolê, similator, stoka perçên yedek, fuzeyên lazerkî yên MAM-L û MAM-C hebûn. Bi firotinê re, desteka perwerdê û lojîstîkê jî dan Polonyayê û Polonya yekem endamê NATO ye ku Bayraktar TB2 ji Tirkiyê kiriye.

Teslîmata yekem di cotmeha sala 2022an de, ya duyem di meha nîsana 2023an de û di sala 2024an de wê temamê SİHA yên di peymanê de teslîm bikin.

Parve bike: