TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê helîkoptereke artêsa Sûriyê xist xwar!

Admin H
Nivîskar
📅 11 sibat 2020 18:16

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hêzên Tirkiyê li Sûriyê helîkoptereke leşkerî ya rejîma Sûriyê xistin xwar.

Li gorî zanyariyên destpêkê helîkopter li herêma Neyrab a bajaroka Seraqib a Idlibê ku demek berê artêşa Sûriyê ew dever xistibû kontrola xwe hatiye xistin.

Herwiha hin îdia hene ku dibêjin, helîkoptera hatiye xistin ya Rûsî ye, lê ev agahî nehatine piştrastkirin.

Li gorî dîmenên xistina helîkopterê ku li ser medya civakî hatine belavkirin, helîkopter ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatiye xistin.

Parve bike: