Tirkiye: Hevdîtinên bo Patriotan destpêkir
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu got: “Di mijara Patriotan de, Amerîka heya niha ti bersivek nedabû me. 2 sal berê me name şandibû û îro bersiva nameya me bi erênî hat û hevdîtinên me destpêkirin. Lê betalkirina peymana S-400an qet nabe.”
Çavuşoğlu ragihand ku bi sedema nikaribûn ji Amerîkayê Patriotan bikirîna, mecbûr mane ji Rûsyayê S-400an kirine û weha dewam kir:
“Hevdîtinên me bi Amerîkayiyan re destpêkir. Pêdiviya me bi sîstema parastina hewayî heye. Li der û dora me tehdîdên ciddî û risk hene. Tehdîda fuzeyan jî heye. Lewraye divê em seha hewayî ya xwe biparêzin. Di mijara Patriotan de çend tişt bo me girîngin. Bihayê wan û wextê teslîmkirina wan. Ya sêyem wê di pêşde transfera teknolojiyê an hilberîna bi hevre wê bibe an na? Amerîka dibêje wê niha karibin yekî teslîm bikin. Ev baş e.”