TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye hêzên li Cerablûs, Bab û Efrînê taqwiye kirin!

Admin V
Nivîskar
📅 07 îlon 2018 17:24

PeyamaKurd- Di van rojên ku operasyona li dijî Idlibê nêzîk dibe de, Tirkiye hêz û çeperên xwe yên li nava Sûriyê taqwiye dike.

Li gorî çapemeniya dewleta Tirkiyê, Tirkiye gelek leşker û wesaîtên leşkerî derbasî hudûdê Sûriyê kirine. Tirkiyê bi operasyona mertala Firatê, bajarê Sûriyê yê bi navê Azez standibû û niha jî hêzên xwe yên herêmê hêzdartir dike.

Yekîneyên ku ji çar aliyên Tirkiyê hatin, berê xwe dane Sûriyê û di Deriyê Tixûb ê Oncûpinarê re derbasî herêma Elbeylî ya Sûriyê bûn.

Parve bike: