Tirkiye: Îsweç û Fînlandiya destekê didin rêxistinên terorê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ji bo tevlî civîna wezîrên karên derve yê NATO yê bibe, li Berlîn a Almanya ye. Çavuşoğlu berya şîva êvarê, bi rojnamevanan re li ser îhtîmala endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê axifî. Wezîr Çavuşoğlu got ku her dû dewlet aşkera destekê didin PKK û YPG ê. Çavuşoğlu ragihand ku wê bi wezîrên karên derve yên her dû dwletan re, di şîvê de bi wan re biaxife. Çavuşoğlu weha got:
“Fikra me ya endambûna NATO yê aşkeraye. NATO yekîtiye ne rêxistineka navdewletiye. Navê wê li sere; hevkarî. Ev çi dixwaze? Ev ne tenê mijara ewlehiyê ye, divê mil bi mil hevkariyê bikin. Di her sehayê de bi taybetî di dema ku di mijara ewlehiyê de tehdîdekî hebe.
Îsweç û Fînlandiya aşkera destekê didin PKK û YPG ê. Ev jî bandoreka neyînî li ser xelkê me dike. Li ber çavê me û tevî hişyariyên me. Ji ber wê, welatekî ku bibe hevkar, divê destekê nede PKK û YPG ê ku her roj leşkerên me, polîsên me û sîvîlên me dikujin.
Her weha ji ber têkolîna me ya li hemberê PKK ê dorpêçan danî ser me. Em ê van babetan tev bi wezîrên wan re û bi hevkarên me yên din re biaxifin. Em ji serî de vekirina deriyê NATO yê ji bo endamên nû destek dikin. Berê jî dema ku hinek endamên NATO yê li hemberê endatiya hinek welatan bûn, me destekê dida wan. Lê nabe ku hevkarên me destekê bidin rêxistinên terorê.”