Cîhan
Tirkiyê ji ber YPGê, bertek nîsanî Fransayê da!
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalın di derbarê gotinên Serokomarê Fransayê Macron de axivî û bersivên tund dan.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gotibû ku ew dixwazin di navbera YPGê û Tirkiyê de navcînçîtiyê bikin. Ji xeynî vê jî gotibû ku me soz daye ku em piştgiriya YPGê bikin.
Li ser van daxuyaniyan, berdevkê Serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın jî daxuyaniyek da û wiha got: “Tewra me li dijî YPGê gelekî zelal e. Ew terorîst in û dixwazin di bin navê HSDê de xwe meşrû bikin. Em tiştekî wiha qebûl nakin.”