Tirkiyê ji daxuyaniya Iraqê ya PKKê re bertek nîsan da...
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşanî daxuyaniya hikûmeta Iraqê da ku derbarê ziyanên sivîl ên bombardimana Tirkiyê de bû.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi mebesta daxuyaniyên Iraqê derbarê bombardimanên artêşa Tirkiyê de bang li maslahatguzarê Balyozxaneya Iraqê ya Enqerê kir.
Wezaretê herwiha bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku daxuyaniya doh a Iraqê derbarê operasyonên dijî PKKê de nayê qebûlkirin û ji rayedarê Iraqî re wiha hatiye gotin:
“Li demeke ku Herêma Kurdistanê PKKê ji ziyanên sivîl berpirsiyar dibîne de, daxuyaniya Iraqê ku behsa PKKê nehatiye kirin, ne li gorî pêwendiyên me yên bi serdanên vê dawiyê bipêşve diçin e. Hat diyarkirin ku em qîmetê didin serweriya Iraqê û lewra jî pêwîste terorîstan li ser xaka xwe nehewîne û biryardariya me ya bo berdewama operasyonan hat gihandin.”