TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand gundewarên Idlibê

Admin H
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2021 01:03

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî derbasî gundewarên parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.

Li gorî ragihandina SOHRê doh derengiya şevê, artêşa Tirk 20 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk derbasî Idlibê kirin.

SOHRê diyar kir ku ew karwan ji dergeha Kefer Losîn derbasî Sûriyê bûye û ber bi gundewarên Idlibê ve hatiye şandin.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka ragihandina agirbesta 5 Adara 2020an a Idlibê heta niha 7 hezar û 815 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk derbasî Idlibê bûne.

Parve bike: