Cîhan
Tirkiye kestiya xwe ya ser çêdike
PeyamaKurd- Daîreya sanayî û teknolojiyê ya bi ser serokkomariya Tirkiyê ve, dest bi çêkirina keştiya êrîşê ya piralî ya Amfîbî kiriye. Navê wê danîne Keştiya TCG Anadolu. Dê ev keştî ya herî mezin ya Tirkiyê be û çêkirina wê di dawiya salê de biqede. Çêkirina wê li tersane ya bi navê Sedef ya li Tuzla ya li Îstenbolê dewam dike.
Qeweta wê ku dikare tê de bicîh bibe li dora tabûrekiye û ne hewceyê desteka baregeha bingehîne. Dikare her devera ku bixwaze herê. Di nav de 4 alavên mekanîze hene ku pê dikarin ji deryayê derên. 2 alavên bi balgîvên hewayî yên derketinê, balafir, helikopter û wê drone tê de hebin.
Dirêjahiya wê 231 metre, firehiya wê 32 metre û barhilgiriya wê 27 hezar ton e.