TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye, li bajarê Çînê li Chengduyê konsulxane vekir

Admin M
Nivîskar
📅 14 hezîran 2023 01:07

PeyamaKurd – Tirkiye li başûrê-rojavayê Çînê li navenda eyaleta Sichuanê li Chengduyê balyozxaneyekî nûh vekir. Wê balyozxane têkiliyên wê herêmê û Tirkiyê birêve bibe. Li gor ragihandina ofîsa karên derve; konsulxane ya 4 em ya Tirkiyê ye ku li Çînê vedike.

Wezareta karên derve, rêvebirê beşa karên giştî ya Çînê Wu Xi, ragihand ku vekirina konsulxanê wê ji bo berjewendiyên Çînê û Tirkiyê baş be, bibe desteka hevkariya navbera her dû welatan. Balyozê Tirkiyê yê Beijingê İsmail Hakkı Musa, di merasima vekirina konsulxanê de ragihand ku wê di seha tûrîzm, çand, perwerdê, înovasyon, zanist û teknolojiyê de ji bo hemkariyan dê hewl bidin.

Îxracat û îtxalata navbera Sichuan û Tirkiyê di sala 2022an de gihabû 1,15 milyar dolarî.

Parve bike: