TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye li Derya Res, Derya Sipî û Derya Egeyê di heman wextê de tetbîqatan dike

Admin M
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2025 20:54

PeyamaKurd – Tirkiye li Derya Reş, Derya Sipî û Derya Egeyê di heman wextê de tetbîqatan dike. Di tetbîqatê de wê 87 keştiyên şer, 31 balafirên şer, 7 keştiyên noqavê û bi sîstemên xwe yên netewî, bi 20 hezar xebatkar û leşkeran ve tetbîqatê bike.

Tetbîqata bêkirin navê wê kirine “Wetenê Kesk 2025”. Di nav alavên tetbîqatê de, ji bilî yên li jor hatin gotin, 17 helîkopter, 28 SİHA/İha, tîmên SAT û SASê hene.

Di tetbîqatê de Tirkiye hêza xwe ya deryayî, dixwaze amadekariya xwe û berhemdariya artêşê bilindtir bike û şiyanên koordînsyonê zêdetir bike.

Ji çapemeniya Yûnanistanê rojanama bi navê Ta Neayê weha ragihand:

“ ‘Bi 100 keştiyên şer Wetenê Kesk’ tehrîkdare û Tirkiye dixwaze hêza xwe ya herêmê zêdetir bike. Wê keştiyên Yûnanistanê tevgerên keştiyên Tirkiyê ji nêzde bişopîne.”

Parve bike: