TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê li Girê Spî deriyekî sînor vekir

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 00:07

PeyamaKurd –Tirkiyê piştî dagirkirina bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, deriyekî sînorî vekir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê deriyê sînorî yê Kaniya Xezalan-Girê Spî hat vekirin.

Hat ragihandin ku piştî 7 salan ji daxistina wî deriyî roja şemiyê 4ê Çileya 2020an, deriyê sînorî yê gumrikê yê Kaniya Xezalan-Girê Spî ji aliyê berpirsên bazirganî yên bajarê Rihayê yê bakurê Kurdistanê ve hat vekirin.

Ew derî, sala 2014an bi sedema kontrolkirina herêmê ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin û dema herêm ketibî destê HSDê jî girtî mabû.

Rayedarên Tirkiyê dibêjin, dê ew derî ji bo karûbarên bazirganî û çûnûhatinê were bikaranîn.

Parve bike: