Cîhan
Tirkiye: NHByên me li herêmê (Rojava) dest bi firînê kirin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê ‘Herêma Ewle’ ya ku bi Amerîkayê re li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li hev kirine de, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya pêkanîna plana herêma ewlekariyê ya li bakurê Sûriyê (Rojava) de ku bi Amerîkayê re bi awayekî kordîne tevdigerin, xebatên çalakirina navenda hevbeş a operasyonê berdewam diken.
MSBê herwiha got, “Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) yên me li herêmê dest erkên xwe kirine.”