Cîhan
Tirkiye nikare dadger bisîne dadgeha Awrûpa
PeyamaKurd- Bo tayînkirina dadgerê dadgeha mafê mirovan ya Awrûpayê 3 namzet hatibûn nîşandan lê bi sedema ku yek ji wan dev ji namzetiyê berda, wê Tirkiye îsal nikaribe dadger bişîne Awrûpayê.
Ankara navên 3 kesan dabû Awrûpayê. Komîsyona Awrûpa ya parlementeran namzetan kêm dît û lîsteka nû ji Ankara xwest. Lîsta dawî ku hat şandin yek ji wan navê xwe ji lîstê vekişand. Li ser wê Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê pêvajoya bijartina dadgeran bo Tirkiyê da rawestandin. Dadgeh heya adara sala 2019an wext da Tirkiyê da yekî din bike namzet.