TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye | Parlamenteriya Can Atalay hate xistin

Admin H
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2024 23:22

PeyamaKurd – Parlamenteriya parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) ê bajarê Hatayê ku ji ber doza Parka Geziyê 18 sal ceza lê hatiye birîn, îro li parlamentoya Tirkiyeyê hate xistin.

Can Atalay ku di girtîgeha Silivrî ya Stenbolê de girtî ye, di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de wek parlamenter hatibû hilbijartin û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî ji ber azadnekirina wî biryara binpêkirinê dabû.

Herî dawî Daraza Bilind a 13emîn biryara AYMyê ku dadgeheke di asta kêmtir de ye, betal kiribû û rêya xistina parlamenteriya Can Atalay hatibû vekirin.

Îro 30yê Çileyê 2024an, li Parlamentoya Tirkiyê bi xwendina biryara daraza bilind a derbarê Can Atalay de, parlamenteriya wî hate xistin. Partiyên opozîsyona Tirkiyê ji vê biryarê re nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, biryara dadgeha herî bilind a Tirkiyê ango ya AYMê hatiye binpêkirin.

Parve bike: