TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê pistgiriya xwe ya ji bo Azerbeycanê dubare kir

Admin L
Nivîskar
📅 14 îlon 2022 14:31

PeyamaKurd – Tirkîyê dîsa piştgiriya xwe ji bo Azerbeycanê dubare kir û bang li Ermenistanê kir ku "provakasyonên xwe rawestîne."

Wezaretê Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, wezîr Hulusî Akar bi hevtayê xwe ya Azerbaycanî Zakir Hasanov re li ser rewşê hevdîtineke pêk anîye.

Akar di daxuyanîya xwe de qala "helwesta êrîşkar û kiryarên provokatîf yên Ermenîstanê" kir.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî destnîşan kir ku pêwendiyên Enqere û Ermenistanê ji pêwendiyên Êrîvan û Bakûyê serbixwe ne.

Çavuşoglu diyar kir, ew bi Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re jî li ser vê mijarê axiviye û got: "Divê Ermenîstan dev ji provokasyonên xwe berde û giraniyê bide danûstandinên aştiyê û hevkariya bi Azerbaycanê re."

Parve bike: