TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê pistî daxuyaniya Iraqê ya sermezarkirinê daxuyanî da

Admin S
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2018 16:18

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê ku êrîşên hewayî yên ser Şingal û Mexmûrê şermezar kiribû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy de, hat gotin ku Tirkiye di çarçoveya madeya 51emîn a şertê Neteweyên Yekbûyî (NY) bersiva ‘êrîşên terorê’ yên derveyî sînoran dide û êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê wekî xweparastina meşrû binav kir.

Aksoy herwiha daxuyakirin ku 13ê Kanûnê operasyon li ser Şingal û Çiyayê Qereçokê hatiye kirin û dê operasyonên wan ên li Iraqê li ser binkeyên PKKê berdewam bikin.

Wezareta Derve ya Iraqê doh 14ê Kanûnê êrîşên Tirkiyê yên nav xaka Iraqê bi tundî şermezar kiribû û dabû xuyakirin, Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û divê dawî li wan operasyonan werîne.

Parve bike: