TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Radestkirina S-400an temam bû

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2019 00:27

PeyamaKurd - Wezareta Berevanîyê ya Tirkiyê ragihand ku radestkirina alavên bataryaya duyemîn a S-400an temam bûye û îro parçeyên dawî gihîştine Baregeha Esmanî ya Murtedê.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku veguhestina alavên bataryaya duyemîn bo Baregeha Esmanî ya Murtedê ku 27ê tebaxê dest pê kiribû, îro temam bûye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku ji bo dabînkirina pêwîstiya parastina moşek û esmanî ya Tirkiyeyê peymana kirîna S-400 Pergalên Parastina Esmanî ya Herêmî û Menzîldirêj di 11ê Nîsana 2017an de bi Rûsyayê re hat îmzekirin û di çarçoveya peymanê de veguhestina alavên bataryaya yekemîn a pergalê di 12-25ê Tîrmehê de temam bûye.

Hat diyarkirin ku xebatên sazkirina pergalê û perwerdekirina personelê bikarhêner berdewam e û li gorî plana ku hatiye amadekirin jî pergal dê Nîsana 2020an çalak bibe.

Ji bo Projeya Pergala Parastina Esmanî û Moşekan ya Herêmê ya Menzîldirêj li bajarê Gatchîna ya Rûsyayê bi beşdariya Hêzên Esmanî perwerdeya S-400an birêve diçe.

Parve bike: