TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye | Roja dusemê 6,5 milyon doz derziyên korona ji Çînê tên

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2021 22:30

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku piştî hatina 3,5 milyon doz derziyên korona yên kompaniya Sinovac a Çînê, roja Duşema bê 6,5 milyon dozên din digihin Tirkiyê.

Koca li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku sibeha roja Duşemê 25ê Çile ji bo 10 milyon dozên derziya înaktîf sewqiyata duyem tê kirin û 6,5 milyon derziyên beşa duyem digihin Tirkiyê.

Koca herwiha diyar kiriye ku bêyî ti astengiyan li gorî bernameya teslîmkirin û plana hatiye danîn, wê derzîkirin berdewam bike.

 

Parve bike: