TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye Rûsya û Îran li ser Îdlibê li hev nakin

📅 09 îlon 2018 01:06

PeyamaKurd - Tirkiye Rûsya û Îran li ser Îdlibê li hev nakin û îhtimal heye ku hevkariya wan li Sûriyê ji ber vê nakokiyê têk biçe.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got, "Êrîşeke li dijî Îdlibê wê ji bilî mirin û xerabkirinê tiştekî nede bidestxistin û wê zirarê bide hemû hewildanên siyasî yên Cenevre û Astanayê û bixitimîne, ev jî wê bibe serkeftineke bêexlaq ya rejima Esed."

Kalin ji bo rojnameya Daily Sabahê bi sernava "Pirsgirêka Îdlibê: Ezmûna Nû ya Pergala Navneteweyî" nivîsek nivîsî.

Kalin di nivîsa xwe da diyar kir ku di sala heftemîn a şerê Sûriyeyê "kaos, drama însanî û tevliheviya siyasî" dewam dike û bal kişand ku bêyî çareseriyeke siyasî ya saxlem û mayînde, pevçûnên siyasî û eskerî yên ku dewam dikin, wê tenê krîza heyî zêdetir bikin.

Kalin destnîşan kir ku geşedanên dawîn ên li Îdlib û der û dora wê ji dêvla qenckirina rewşê, wê rewşê dijwartir bikin û wiha dewam kir: "Ev şer êdî hatiye rewşeke wisa ku ji kontrola Sûriyeyê derketiye, tu feydeya wê ji gelê Sûriyeyê ra tuneye, ev diyar e. Em dibin şahidê şerekî wesayetê ku di navbera hêzên gerdûnî û herêmî da tê meşandin. Di vî şerî da daxwaza zêdetir hêz û nifûzê tê kirin û hestên çavbirçî dibin sedema vê wehşetê û çavkaniya vê wehşetê ne tenê çek in. Heke alî xwediyê helwesteke cuda bûna, wê berî niha çareseriyeke li gor aqlê selîm, erdem û merhemetê mimkun bûya. Gelê Sûriyeyê di nav dirindeyên cêwî yên şer da ma û her kesî tenê temaşe kir. Weke rejima Esed û DAIŞê ku bi sedan meriv qetil kirin, komên terorîst ên wekî PYD-YPGya şaxa PKKyê jî berpirsê mirin û talana li ser axa Sûriyeyê ne."

Parve bike: