Tirkiye – Sûriye | ‘Ji bo derxistina Kurdan û hildana ala Sûriyê li hev kirin’
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memluk serdana Tirkiyê kiriye û bi hemkarên xwe re hevdîtin kirine.
Li gor malpera bi navê 'Snack Syria' serokê îstixbarata Sûriyê Memluk tevî ku têkiliyên dîplomatîk yên herdu welatan hatine dawîkirin jî di meha Çileya 2019an de serdana Tirkiyê kiriye û li Antalyayê bi hemkarên xwe re hevdîtin kirine.
Hat gotin ku hevdîtinên bi rayedarên tirk re li ser derxistina hêzên Kurd ji sînorên Tirkiye-Sûriyê bûye.
Li gor nûçeyê rayedarên Tirk, xwestine herêma ewle tenê di bin kontrola wan de be, lê ew daxwaza wan jî ji aliyê Rûsya û hikûmeta Sûriyê ve bi timî hatiye redkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku hevdîtina rayedarên rejîma Sûriyê û rayedarên Tirk li Moskowê hatiye dubarekirin û hat gotin, “Rayedarên Tirk û Sûriyeyî li Moskowê nava vê heftê car din civiyan û li ser derxistina hêzên Kurd ji sînorê herdu welatan û ji nû ve hildana ala Sûriyê li Rojava li hev kirin.”