TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye û Amerîka di seha nuklerî de dê hevkariyê bikin

Admin M
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 13:55

PeyamaKurd – Tirkiye û Amerîka di seha nuklerî de dê hevkariyê bikin û peymanekî nûh îmza kirin. Peymana her dû dewletan li ser navê Tirkiyê, Nükleer Enerji Anonim Şirketi (TÜNAŞ) û li ser navê DYAyê Ajansa Geşepêdan û Bazriganî (USTDA) îmza kirin û dê bi hevkarî projeyekî amade bikin.

Di çarçova projê de, şîrketên Amerîkayî wê planên reaktorên moduler yên biçûk (SMR) û planên reaktorî yên nesla 4em amade bikin û di derbarê planan de, dê raporên berfireh yên teknîkî amade bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya 81em li New Yorkê ye û di navbera TÜNAŞ û USTDA de, di asta projê de, bi serpereştiya Erdoğan peymanê îmza kirin.

Bi Erdoğan re wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî amade bû. Li ser navê TÜNAŞê, rêvebirê giştî Dr. Necati Yamaç û li ser navê USTDAê cîgirê rêvebirê giştî Thomas R. Hardy peymanê îmza kirin.

Di xebata teknîkî ya projeyê de tabetmendiyên reaktoran yên plangeriyê, maliyeta wan, rewşa lîsanskirina wan, zencîreya amadekariyê, analîza SWOTê, çavkaniyên fînansê û modelên fînansê çine, dê raveyên wan bikin.

Parve bike: