TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye û Misir serkonsulên xwe ji bo welatên hev tayîn dikin

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2023 02:45

PeyamaKurd – Maslahanguzarê Tirkiyê yê Qahîra Misrê balyoz Salih Mutlu ragihand ku wê di nêz de Tirkiye û Misir ji bo welatên hev serkonsulan tayîn bikin. Şen, her weha behsa têkiliyên her dû welatan yên di sehayên veberhênan, geştiyarî û bazirganiyê de kir. Balyoz Şen, ragihandina xwe di rojnama "Mısri el-Yevm" de kir.

Şen got ku piştî Erdoğan ji nûh de bû serokkomar, serokê Misrê Abdulfattah es-Sîsî li Erdoğan geriyaye û ji bo serkeftina wî ya di hilbijartinê dê Erdoğan pîroz kiriye. Şen, pîrozbahiyê weka derfetekî ragihandiye û weha gotiye:

“Her dû lîder daxwazên xwe yên ku dixwazin têkiliyên xwe derxin asta herî bilind, ragihandin. Erdoğan dixwaze bi Misrê re têkiliyên xwe pêşbixe. Dezgeyên Tirkiyê jî dixwazin. Wê di nêz de serkonsulên xwe tayîn bikin. Wê geşedanê bidin sehayên aborî, bazirganî, sanayî, teknolojiyê, geşepêdanê, çand, huner, spor, medya û sehayên danûsitendinan. Wê wezîrê sanayî û bazirganiyê yê Misrê Ahmed Semîr di nêz de seredana Tirkiyê bike û du heyetên Tirkiyê jî herin Qahîrê.

Parve bike: