TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye û Rûsya li Sûriyê li ser 3 noqteyan lihev kirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2021 04:35

PeyamaKurd – Navenda Lihevanîna Terefan ya Rûsyayê ya li Sûriyê ragihand ku wan li Sûriyê li deverên ku gengeşeyan lê kêm dikin, li Idlibê li 2 noqteyan û li Helebê li yek ciyê ku noqteya buhirê ye car din dest bi xebata xwe kirine.

Di beyana navendê ya Rûsan de tê gotin ku hatiye qebulkirin da di 25 ê adarê de dest bi xebatên her sê noqteyan bikin. Cîgirê serokê Navendê Aleksandr Karpov mijarê weha ragihand:

“Bi armanca rakirina îzalasyonê û ablûkaya ser sîvîlên nav Sûriyê me biryarê da ku li Serakibê, Miznas û Ebu Zeydinê her 3 noqte vebin. Bi vê biryara me, em nîşan didin ku em dixwazin mijara Sûriyê çareser bikin û niyeta xwe nîşanî dinyayê û herêmê bidin.

Wê ev hal, bibe alîkar da halê komelayetiyê baştir bibe, pirsgirêkên têkiliyên nav malbatan ku ji hev hatine birin û kêmasiyên jiyanê yên rojane kêmtir bibin.

Me amadekariya xwe kiribû da di meha sibatê de em van noqteyan vekin lê ew grûbên çekdar li pêşiya me bûn asteng. Bi astengkirina wan re, hêviyên xelkê hatin paşdexistin.”

Parve bike: