Tirkiye xwest Îxwanên li Tirkiyê li hemberê Sîsî xwe nerm bikin
PeyamaKurd – Tirkiye ev çend mehe ku dixwaze têkiliyên xwe bi Misrê re car din baş bike. Misir li hemberê Îxwan el Muslimînan ji serî de bi tundî tevgeriyaye û heta hin serpereştên wan didarvekir û lewra têkiliyên navbera hukumeta Erdoğan û Sîsî yê Misrê bi temamî xerab bû.
Tirkiye bo têkiliyên xwe bi Misrê re baştir bike, zorê dide ser kanalên televîzyonan yên Îxwanan. Kanalên Îxwanan li Îstenbolê ne û yek ji wan Arabi21 e. Tirkiye ji wan xwestiye ku bernameyên rexneyî yên li hemberê serokkomarê Misrê Sîsî ji weşanê rakin. Bo ajansên ku muxalifên Sîsî ne, ji wan jî xwestine ku rexneyên xwe nermtir bikin.
Di meha adarê de rêvebirekî Tirkiyê yê di asta bilind de bo Middle East Eye ê weha axifîbû:
“Ankara ji televîzyonên navenda wan Îstenbole yên Mekameleen û Al-Sharq ji wan xwestiye ku rexneyên siyasî yên li hemberê Sîsî nerm bikin û weka şexsî êrîşê Sîsî nekin.”
Qahîre bo vê mijarê razîbûna xwe bo Tirkiyê ragihandiye û Tirkiye bo karê xwe yê navdewletî bimeşîne û bi Misrê re têkiliyên xwe sererast bike, dengê medya muxalif kêm kiriye.