Cîhan
Tirkiyeyê alîkariya xurekan da Ukraynayê
PeyamaKurd-Xurekên ku Tirkiyeyê wekî alîkarî da Ukraynayê, li Keştiya Neteweyên Yekbûyî hatin barkirin û ji Sakaryayê ber bi Bendera Kostenceyê bi rê ket.
Di daxuyaniya Gerînendehiya Giştî ya Behirvaniyê ya Tirkiyeyê de hat gotin ku ‘Ji aliyê bernameya Xurekan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî ve xurekên ku hatin berbihevanîn, li keştiyê hatin barkirin û ji bendera me ya Karasûyê ber bi Ukraynayê ve bi rê ket.’
Hat ragihandin ku bernameya alîkariyê dê bi awayekî pergalkirî ji Karasûyê bi berdewamî were kirin.