TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyeyê, Swêd li ser Qurana Pîroz hisyar kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2023 01:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom re li ser êrîşên li dijî Qurana Pîroz yên ku hîn jî berdewam dikin, axaftineke telefonî kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li ser êrîşên li dijî nirxên Îslamê axivî û diyar kir ku ev êrîş nayên qebûlkirin û di bin navê azadiya derbirînê de ev kiryarên hovane tên berdewamkirin.

Li gorî hat ragihandin, Hakan Fîdan ji bo pêşîgirtina li êrîşên ku li Alema Îslamê bûne sedema bertekên mezin, diyar kiriye ku ji hikûmeta Swêdê gavên berbiçav tên hêvîkirin.

Her wiha hat zanîn ku pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê jî yek ji mijarên dan û stendinên vê pêwendiya telefonî bûye.

Parve bike: