Tirkiyê hişyarî da hemwelatiyên xwe yên li welatên herêmê
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Oncu Keçeli ragihand ku piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û bal kişand ser girîngiya ewlehiya hemwelatiyên li herêmê.
Keçeli diyar kir ku Balyozxane û Konsolosxaneyên wan ên li herêmê xebatên xwe bê navber didomînin û daxuyaniyên derbarê rewşa ewlehiyê de bi kordînasyona meqamên herêmî bi her awayî têne nûkirin.
Keçeli herwiha destnîşan kir ku divê hemwelatî daxuyaniyên nûneratiyên Tirkiyê ji nêz ve bişopînin û destnîşan kir ku xetên telefonê yên rewşa awarte 7 roj û 24 saetan vekirî ne. Hemwelatî dikarin agahiyên têkiliyê ji malperên fermî bi dest bixin an jî bi rêya Navenda Bangê ya Konsolosxaneyê ya Wezaretê (+90 312 292 29 29) xizmeta bê navber wergirin.