Tokyo û Seûl: Pyongyangê mûsekek balîstîk avête Deryaya Japon
PeyamaKurd - Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku ji Koreya Bakur mûşekeke balîstîk hatiye firandin. Fermanname hatin belavkirin ku li herêmê "li hemberî rewşên awarte" her cure tedbîrên pêwîst bên girtin.
Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur ber bi Deryaya Japonyayê (Deryaya Rojhilat) mûşekeke balîstîkî frandiye.
Li gorî nûçeya Yonhapê, Serfermandariya Koreya Başûr ragihandiye ku Koreya Bakur ber bi Deryaya Japonyayê ve mûşekeke balîstîk frandiye.
Ewlehiya Peravê ya Japonyayê jî piştrast kir ku Koreya Bakur bi demjimêra herêmî di 15.04an de mûşekeke balîstîk frandiye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê, mûşek li derveyî herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê ketiye.
Medyaya Japonyayê ragihand ku ji bo diyarkirina ziyana mûşekê ya li herêma ku mûşek lê ketiye, li avahiya Serokwezîriyê tîmeke rewşa awarde a lezgîn hatiye damezirandin.
Serokwezîrê Japonya Fûmîo Kîşîda diyar kir ku wî ferman daye ku li herêmê "li hember rewşên nediyar" hemû tedbîr bên girtin.