TR KU SO
FB X
Cîhan

Trafîka maddeyên hisbir

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2018 19:06

PeyamaKurd- Cîgirê serokê rêxistina bi maddeyên hişbir yê Îranê Esedûllah Hadînejad ragihand ku maddeyên hişbir yên ku li Afxanistanê tên hilberîn, %30 yê wan di ser Îranê de dibin.

Li gor ragihandina koordînasyona rêxistina eyaleta Azerbeycanê ku beyaneka nivîskî dane çapemeniyê, di nivîsê de tê gotin ku Hadînejad di civînê de behsa maddeyên hişbir yên ku li Afxanistanê tên çêkirin de şiroveyan kiriye.

Di şiroveyê de ragihandiye ku tenê ji %30 yê maddeyên hişbir yên ku li Afxanê çêdibin, di ser Îranê de diçe. Hadînejad ragihandiye ku divê ewlekariya herêmên sînor bê zêdekirin û ev wezîfeya konseya têkoşîna li dijî maddeyên hişbir e.

Parve bike: