TR KU SO
FB X
Cîhan

Trên ji ser rayan derket: 51 kes mirin û 146 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 03 nîsan 2021 02:54

PeyamaKurd – Li rojhilatê Taywanê li herêma Hualienê trên ji ser rayên hesin derket û di encamê de 51 kes mirin û 146 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina ajansa fermî ya navendî ya Taywanê (CNA); di trênê de 488 rêwî hebûne û trên bi 8 vagona bûye. Di wexta trên diket tunela Chinshui yê, li ser rayên trênê vîncekî hebûye û vinç şemitiye ser rayên hesin lewra qeza çêbûye.

Bi şemitandina vîncê re 5 vagon ji kontrolê dertên û li dîwarê tunelê dikevin. Li ser bûyerê tîmên agirvemirandinê û rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê. Bûyer di 09.28 an de bi wextê Taywanê çêbûye.

Rêvebirên Taywanê ragihandin ku di 70 salên dawiyê de qezayeka weha çênebûye.

Parve bike: